Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo salvegera 56an a avakirina TRTyê ji Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî Îbrahîm Eren ra peyama pîrozkirinê şand.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan di peyama xwe da got, "Salvegera avakirina TRTya ji nîv sedsalî zêdetir e bi nêrîna bêalî, ewledar, rast û li gor hêviyên gel weşanê dike pîroz dikim."
Erdogan destnîşan kir ku TRT bi nûçegihaniya xwedîrêgez weşangeriya dewletê dike wekî mektebekê ye û tevkariyeke mezin dide pêşketina civakî.
Erdogan got ku TRT bi kanalên teze û weşanên pirzimanî va rûmet e û wiha pê da çû:
"TRT dengê welatê me digihîne hemû dinyayê. Ez bawer dikim ku TRTyê di kordinasyona Serokatiya Ragihandinê da bi saziyên me yên din ra hevkariyan bidomîne û dengekî bilind derxe. Ji ber salvegera avakirinê ez ji hemû xebatkarên saziyê ra serkeftinê dixwazim wan pîroz û selam dikim."