Recep Tayyîp Erdoganê Serokomarê Tirkiyeyê salvegera fetha Stenbolê ya 568emîn pîroz kir.
Serokomar Erdogan di peyama ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da got: "Ez salvegera fetha Stenbolê ya 568emîn ku di dîroka me da ji serfiraziyên herî bi nav û deng yek e pîroz dikim. Ez ji Fatîh Siltan Mehmed û artêşa wî ya ku vî bajarê ji alî Cenabê Pêxemberê me va pesnê wî hatiye dayîn, wek mîrate li ser şaristaniya me zêde kirine ra rehmetê dixwazim û wan bi bîr tînim."
Di peyama ku Erdogan weşand da li ser wêneyê Mizgefta Mezin a Ayasofyayê hedîsa Cenabê Mihemed Pêxember a "Stenbol wê teqez bê fetihkirin. Ew fermandarê ku wê fetih bike çi fermandarek hêja û ew artêş çi artêşeke hêja ye." jî hebû.
AA