Serok Erdogan Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li mala wî ziyaret kir

Serok Erdogan bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî re hevdîtin kir.

Serok Erdogan Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li mala wî ziyaret kir

 Serok Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir.

Serokê Giştî yê MHPyê li pêşiya mala xwe ya Çayyoluyê Serok Erdogan pêşwazî kir.

Erdogan û Bahçelî piştî ku kêfxweşî dan hev, Erdogan ji ber baranê şemsiyeya xwe hilda û got "Elhemdulillah me bi xwe ra rehmet anî."

Ziyaret bêyî çapemeniyê hat kirin û nêzî saetekê dewam kir.

Bahçelî piştî hevdîtinê bi Serok Erdogan re heta ber wesayîta wî ya meqamê meşiya û bi rê kir.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE