Serok Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî li ser telefonê axivîn

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serok Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî li ser telefonê axivîn.

Serok Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî li ser telefonê axivîn

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest bi wezîfeyê kir ew pîroz kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serokomar Erdogan û Serokomarê Îranê Reîsî li ser telefonê axivîn.

Erdogan ji ber ku Reîsî dest bi wezîfeyê kiriye ew pîroz kir û ew der barê têkiliyên Tirkiye û Îranê, geşedanên herêmî û hevkariya di navbera herdu welatan da axivîn.

Serokomar Erdogan got ew bawer dike ku têkiliyên Tirkiye û Îranê û hevkariya herêmî wê di her qadê da xurt bibe, Konseya Asta Bilind ji hêla hevkariya stratejîk va pir girîng e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE