Serok Erdogan Şevket Kazan ziyaret kir

Serok Erdogan Wezîrê Edaletê yê berê Şevket Kazan li nexweşxaneya ku lê tedawî dibe ziyaret kir

Serok Erdogan Şevket Kazan ziyaret kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan Wezîrê Edaletê yê berê Şevket Kazan li nexweşxaneya ku lê tedawî dibe ziyaret kir.

Li gor parvekirina ser hesabê Twitterê yê fermî yê Serokkomariyê, Erdogan, Kazan li nexweşxaneya taybet a ku lê tedawî dibe, ziyaret kir û şifa xêrê jê ra xwest. Di ziyaretê da jin û keça Kazan jî li cem bûn.

Serok Erdogan li nexweşxaneyê hin nexweşên din jî ziyaret kirin û bi dergûşeke ku nû hatiye dinyayê şa bû.

Erdogan li zarokên li nexweşxaneyê pêlîstok belav kir û bi welatiyan ra wêne kişand.

Alîkarê Serok Fuat Oktay û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di dema ziyaretê de bi Erdogan ra bûn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE