Serok Erdogan sibê wê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan diyar bike

Plana ji alî Wezareta Dadê va bi vîzyona "Ferdên azad, civaka xurt, Türkiyeke zêdetir demokratîk" va hat amadekirin wê bibe belgeya polîtîkaya bingehîn a Türkiyeyê.

Serok Erdogan sibê wê Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan diyar bike

Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan a ku ji alî Wezareta Dadê va bi armanca "Ferdên azad, civaka xurt, Türkiyeke zêdetir demokratîk" va hat amadekirin ji alî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va sibê wê bê diyarkirin.

Li gor agahiyên hatin hildan bername di saet 13.30yî da li Navenda Çand û Kongreya Millet a Beştepeyê wê bê kirin û vexwendî şandin pey serokên partiyên siyasî jî.

Serokê Meclisê Mustafa Şentop, serokên daraza bilind, endamên Şêwra Serokomariyê, nûnerên cimaetên ne misilman, balyozên welatan, nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serokên saziyên civakî yên sivîl, ji zanîngehan rektor, dekan, hîndekar, hiqûqnas û rojnameger beşdarî bernameya diyarkirinê bibin.

Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan bo Türkiyeya ku amadehiyên pîrozkirina sala 100emîn a Komarê dike wê bibe belgeya polîtîkaya bingehîn. Plan wê xebatên îdarî û mewzûatê li gor pêşbînîtiya hiqûqî, zelalî û hesab dayînê ava bike. Bi planê va wê bi awayek xurt li ser heqê milkiyetê , mafên qezenckirî, kesanetiya sûc û cezayê û karîneya bêgûnehiyê bê sekinîn û di van qadan da jî guherîn tên armanckirin.

- Tê wateya mîlada nû

Tê gotin ku mebesta planê "çêkirina qanûna bingehîn a nû û sivîl" e. 2yê adarê ji ber vê yekê di heman demê da seba xebatên qanûna bingehîn tê wateya mîlada nû.

Bingeha Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan xwe dispêre îradeya reform û pêşketinê ya Stratejiya Reforma Darazê û Plana Pêşketinê ya ku Serokomar Erdogan di sala 2019an da eşkere kir. 

Di Plana Çalakiyê da ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di pratîkê da dertên pergaleke parastinê ya xurt çêdike. Her wiha tê da guhertinên qada maf û azadiyan jî heye.

Di xebatê da ji bo xurtkirina serxwebûna darazê û mafê darizandina adil jî dertê pêş, parastina hiqûqî, şefafî, îrade, rêxistinîbûn û azadiyên dîn cih digre.

Plana Çalakiyê ji bo zêdekirina standartên mafên mirovan 9 armanc û 11 rêgezên bingehîn pêk tê.

11 rêbazên bingehîn ên di planê da cih dgirin wiha ne:

1- Însan bi mafên xwe yên ji zikmakiyê pê va hene û dev ji van nayê berdan va dijîn. Armanc û wezîfeya dewletê ya bingehîn ew e ku van mafan biparêze û pêşva bibe.

2- Rûmeta însan wek kakilê hemû mafan di bin parastina diqûqê da ye.

3- Di ziman, nijad, zayend, fikra siyasî, bawerî, baweriya felsefî, mezheb û sedemên wek van da bêyî ku cudakarî bê kirin, li pêş hiqûqê her kes wek hevdu ye.

4- Taybetmendiya bingehîn a hemû xebatên revebiriyê ew e ku xizmeta kamuyê wekhevdu, bêalî û durist pêşkeşî her kesî bibe.

5- Mewzuat rêbazên eşkere, net, dikare bê fêmkirin û teredutan nake di xwe da dihewîne. Otorîteyên kamuyê van rêbazan bêyî ku dev ji rêbaza ewlehiya hiqûqê berdin didin meşandin.

6- Li dijî azadiya peymanê, bi awayekî dijî rêbaza parastina mafên hatine qezenckirin û rêbaza ewlehiya hiqûqê tu carî mudaxale nayê kirin.

7- Dewlet miteşebisiyê û azadiya xebatê li gor çarçoveya rêbazên piyasaya serbest a reqabet lê heye û çarçoveya rêbaza dewleta civakî diparêze û pêşva dibe.

8- Sazûmaniya adlî û îdarî hişmendiyeke rêbazên şexsî yên berpirsyariya cezayê û heqê merivan reş neke va dixebite, vê yekê diparêze û xurt dike.

9- Tu kes ji ber rexne û eşkerekirina fikrên xwe nikare ji azadiya xwe bêpar bê hîştin.

10- Dewleta hiqûqê ya bi daraza serbixwe û bêalî va tê parastin wek temînata maf, azadî û edaletê di her qadê da tê xurtkirin.

11- Her kesê ku îdia dike mafê wî hatiye binpêkirin divê bêzehmet xwe bigîhîne qanûnê. Xwegihandina edaletê di navenda rêznîşandanê ya maf û azadiyê da ye.

9 armancên Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan jî ev in:

1- Pergaleke bihêztir a parastina mafên mirovan 

2- Bihêzkirina serxwebûna darazê û mafê darizandina adil

3- Dîtina pêşiya xwe ya hiqûqî û şefafî

4- Parastin û pêşvabirina azadiya îfadeyê, ya xwerêxistinkirinê û ya dîn

5- Bihêzkirina azadî û ewlekariya şexsan

6- Parastina yekîtiya madî û menewî ya însanan û her wiha jiyana taybet a wan

7- Parastina bihêztir a mafê mulkiyetê

8- Parastina derdorên neqewî û bihêzkirina refaha civakî

9- Hişyariya di asteke bilind da ya îdarî û civakî ya di mijara mafên mirovan da 

- Qonaxên amadekirina Plana Çalakiyê

Di qonaxa amadekirina Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan ku ji hêla Wezareta Edaletê 1,5 meh dewam kir da hemû baskên civakê tevlî xebatan bûn. 

Ji saziyên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî, sendîka, baro, dekanên fakulteyên hiqûqê, dadger, dozger, parêzer, akademîsyenan, wate nêrîna hemû baskên civakê hat wregirtin û Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan wisa hat amadekirin. Her wiha di qonaxa amadekirinê da tevî nûnerên cemaetên xeyrîmuslîm, bi beşdariya 1571 kesî va 5 komxebat û 53 civîn hatin kirin.

Her wiha di vê çarçoveyê da biryarên DMME, Dadgeha Destûrê û Dadgeha Bilind, rapor û biryarên pêşniyazê yên komîteyên têkildar ên Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî, raporên welatên YEyê û Planên Çalakiyê yên Mafên Mirovan ên ku welatên din pêşkêşî NYyê kirin jî hatin analîzkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE