Serok Erdogan tedbîrên nû yên ji bo Kovîd-19ê ragihandin

Serok Erdogan, "Heke rewrewa şewbê wisa bilindbûna xwe bidomîne emê neçar tedbîran bînin rojevê."

Serok Erdogan tedbîrên nû yên ji bo Kovîd-19ê ragihandin

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokkomariyê ya ku li Kulliyeya Serokkomariyê hat lidarxistin, daxûyanî dan.

Erdogan: "Heke rewrewa şewbê wisa bilindbûna xwe bidomîne emê neçar tedbîran bînin rojevê."

Erdogan: "Bi şêweyek ku zincîra tedarik û berhemanînê newaiqe dê dawiyên hefteyan ji seat 10.00 heta 20.00ê sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin."

Erdogan: "Ew sînordarkirina derketina derve ya ji 65 salî û mezintiran dê jibîlî xebatkaran ji yê 20 salî biçûktir re jî derbasdar be."

Serok Erdogan: "Sînema bi awayekî guncaw ji daxwaza sktorê re dê heta dawiya salê girtî bin."

Erdogan: "Seatên kar ên kargehên weke firoşgehên mezin, market, restoran, berber û kuafor dê ji saet 10.00 heta 20.00ê be."

Serok Erdogan: "Dê maweyekê Qiraetxane jî navberê bidin karên xwe."

Serok Erdogan: "Restoran û kafe tenê dê bi awayê pakêt servîs bixebitin."

Erdogan: "Dê li sazî û dezgehan, bi awayekî ku qerebalixî çênebe, pergala mesaiya rehet bê cîbicîkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE