Hat ragihandin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê beşdarî merasima cinazeyê 11 eskerên di qezaya firokeyêê ya li Tetwanê da şehîd ketin, bibe.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê mijarê da peyam weşand.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Birêz Serokomarê me piştî nimêja îniyê wê beşdarî nimêja cinazeyê eskerên me yên ku di qezaya firokeyê ya li Tetwanê da şehîd ketin, bibe. Nimêja cinazeyan wê li Mizgefta Ahmet Hamdî Aksekî piştî nimêja îniyê bê kirin."
AA