Serok Erdogan xîtabî yekîneyên ser hidûdê Îranê kir

Dîwarên me yên li ser hidûdan, dîwarên me yên ewlehiyê ne. Heke hûn di vî warî da serkeftî bibin, barê Artêşa Tirkiyeyê, hêzên me yên ewlehiyê wê zêdetir sivik bibe"

Serok Erdogan xîtabî yekîneyên ser hidûdê Îranê kir

Serokomar Erdogan ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ku li ber sînorê Îranê tedqîq û kontrolan dike, der barê tevdîran da agahî hilda, bangî yekîneyên ser hidûd kir.

Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever û Fermandarê  Artêşa 2yemîn Orgeneral Metîn Gurak ra li ser sînorê Îranê tevdîrên ku tên hildan, kontrol kirin.

Akar piştî ku bi fermandar, Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez û fermandarên yekîneyên hidûd ra li Fermandariya Tûxaya Hidûd a 6em civîn kir, bi Serokomar Erdogan ra bi têlefonê axivî û der barê xebatan da agahî dayê.

Erdogan paşê di têlefonê da xîtabî yekîneyên hidûd kir û wiha axivî:

"Em ji heyameke pir cuda ra derbas dibin, ji aliyekê va afatên lehiyê ji aliyekê va şewat. Digel van yek jî pirsgirêka qîl û qalan heye. Ez bawer dikim ku hûn ê van pirsgirêkên qîl û qalan jî berteref bikin. Divê em ji van jî bifilitin, lewra li Tirkiyeyê terora derewan heye. 

Em ê vê terora derewan bi we ra bifilitin. Bi taybetî bi dîwarên ku em li sînoran çêdikin va em ê bi temamî pêşî li ber ketin û derketinan bigirin. Lewra ev dîwarên me yên li ser hidûdan, dîwarên me yên ewlehiyê ne. Heke hûn di vî warî da serkeftî bibin, barê Artêşa Tirkiyeyê, hêzên me yên ewlehiyê wê zêdetir sivik bibe. Ez bi van hestan we pîroz dikim û berdewamiya serkeftinên we dixwazim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE