Serok Erdogan: YE samîmî nîne

"Di nav 17 salên dawîn da me bi çendîn caran mînaka vê dît, derbas û tecrube kir."

Serok Erdogan: YE samîmî nîne

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li wan welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yên beşdarî vexwendina Sîsiyê ku hefteya borî 9 ciwan îdam kirin bûn, hûn dikarin behsa demokrasiyê bikin?"

Erdogan di mitînga AK Partiyê ya Gîresunê da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir li tu dereke dinyayê partiyeke mixalefetê ku li welatê xwe hikûmetê ji derdorê ra gilî dike tuneye û got ku partiyeke mixalefetê ku ji terorîstan ra gilî dike tuneye.

Erdogan diyar kir di navbera kirina mixalefeta hikûmetê û îxaneta milet da xeteke pir girîng heye, wê xetê jî binpê dikin û wiha got: "Di nav 17 salên dawîn da me bi çendîn caran mînaka vê dît, derbas û tecrube kir."

Serok Erdogan destnîşan kir hin partiyên siyasî dijî her gava ku hikûmet diavêje û tiştên ku dike derdivekin û ew dizanin ev mixalefet e û wiha axivî: "Dijayetiya xizmet û veberhênanê û mixalefetê wek hevdu dibînin. Di mijarên bekaya welêt û dahatûya gelê me da alikariya hikûmetê li aliyekî bihêlin, dijî wê tevdigerin."

Erdogan diyar kir êvara 31ê adarê bira hemû bibin yek werin cem hev û got ku înşeallah gelê min dê van pakêt bike û di sandoqê da têk bibe, ez wisa bawer dikim.

Serok Erdogan destnîşan kir rêvebir biguherin jî qerekterê derbehez ê antîdemokratîk ê CHPyê timî di cî da dimîne û got ku CHP roj bi roj zêdetir bela dibe.

Serok Erdogan diyar kir li wan welatên endamên Yekîtiya Ewropayê yên beşdarî vexwendina Sîsiyê ku hefteya borî 9 ciwan îdam kirin bûn, hûn dikarin behsa demokrasiyê bikin?

Erdogan der barê Zîrweya YE-Yekîtiya Erebî li Misrê da xeberdana xwe da wiha dewam kir: "YE samîmî nîne. Bêsamîmiyeta wan a li hemberî me çi be, vêca bûyera duh jî bi heman awayî îfadeya vê ye. Çi dikin bira bikin, di temamê dîrokê da ev dê bi kiryarên xwe bên bibîranîn."

Serok Erdogan destnîşan kir partiyeke mixalif a wiha bêkêr, hezkiriyî derbeyê, di destê rêxistinên terorê da bûye pêlîstok li Tirkiyeya sedsala 21emîn nayê û wiha got: "Înşeallah 31ê adarê ew ê li vê derê bibe destpêkeke teze. 31ê adarê ew ê bibe mizgîniya guherîna mixalefetê."

Serok Erdogan di berdewamiyê da destnîşan kir 31ê adarê, roja hesabpirsînê ye ji reftara mixalefeta li Tirkiyeyê ku dijminê veberhênan û xizmetê ye.AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 16:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE