Serok Erdogan zarokên nebîna qebûl kir

Serokomar Erdogan bi munasebeta 7-14ê Rêbendanê ya Hefteya Nebînayan (Astengdarên Dîtinê) Gopalê Spî bi xwendekarên pola nebînayan a Dibistana Seretayî ya Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Çorluyê ra hat bal hev.

Serok Erdogan zarokên nebîna qebûl kir

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan komeke xwendekarên nebîna (kor) yên ji Çorluyê hatin, qebûl kir.

Serokomar Erdogan bi munasebeta 7-14ê Rêbendanê ya Hefteya Nebînayan (Astengdarên Dîtinê) Gopalê Spî bi xwendekarên pola nebînayan a Dibistana Seretayî ya Odeya Pîşe û Bazirganiyê ya Çorluyê ra hat bal hev.

Xwendekarên nebîna nameyên xwe pêşkêşî Serokomar Erdogan kirin û helbestên "Çavên Dilê Min" û "Heke Tu Astengdar Bûyayî" xwendin.

Serokomar Erdogan jî saetên bi taybetî ji bo kesên nebîna hatine amadekirin bi diyarî da xwendekaran.

Di dema qebûlê da Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê jî amade bûn. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE