Serok Erdogan:Banka Navendî faîz daxistin, dê hêjî bikeve

Serok Recep Tayyip Erdoğan li Bursayê di merasîma vekirina komî de axivî....

Serok Erdogan:Banka Navendî faîz daxistin, dê hêjî bikeve

Serok Recep Tayyip Erdoğan li Bursayê di merasîma vekirina komî de axivî....

Ji axaftina Serok Erdogan;

Serok Erdogan: "Me rêya hatiye veqetandin a ku dirêjahiya wê 6 hezar û 100 kilomêtro bû îro gihande 26 hezar û 764 kilomêtroyan."

 Serok Erdogan: "(Nexweşxaneyên Bajêran) Ji bo projeyên qerase yên wisa pêdivê em modelên fînansmanê yên alternatîf bi pêş bixin, me ev kir."

Serok Erdogan: "(Nexweşxaneyên Bajêr) Di vê mijarê de ya giring ew e ku karên ku heke dewlet bi budceya xwe çêke dê dirêj bikişîne, dide sektora taybet û di demeke kurt de dikeve xizmeta gel. Herwiha tenê ne înşaat di heman demê de ji transfêra teknolojiyê heta civandina zanyariyê, ji modêlên nû yên fînasmanê heta ekonomiya me pêşketin çêdibe."

Serok Erdogan: "(Modêla çêke-bixebitîne-dewr bike) Tenê ji ber ku Serokê Giştiyê CHPê nabîne em nikarin fêdeya vê modêlê ji bo pêşketin û geşepêdana welat tune bihesibînin."

Serok Erdogan: "Em ketin Efrînê, Cerablûsê, Babê. Nuha jî emê têkevin rojhilatê Feratê. Me ev tişt ji Rûsya û DYAyê re got."

Serok Erdogan: "Banka Navendî faîz daxistin, dê hêjî bikeve. Mizgîniya min li we dê enflasyon jî bikeve, hûnê vê jî bibînîn."

Serok Erdogan: "(Serokê Giştiyê CHPê Kiliçdaroglu) Kesekî wiha ku rabirduya wî bi seknên şermezar tije ye, îro herwekî tiştek nebûbe derdikeve hemberî me û dibêje 'Dahata neteweyî ev 10 sal e li heman astê ye' ev ji bê edebiyê wirdetir fêlbazî ye."

Serok Erdogan: "Ez bangawaziyê li hemî welatiyên xwe dikim, bila herkes ji bo spekulasyonên li hemberî aboriya me guhên xwe bigirin, bila li karê xwe binerin."

Dîroka nûkirinê: 05 Tebax 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE