Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

"Em hêvî dikin ku Xwedayê Heq di demeke herî nêz da têxe nesîb ku dayik û bavên me bigihêjin ewladên xwe"

Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş dayikên Diyarbekirê ziyaret kir

Serokê Kar û Barên Diyarbekirê Alî Erbaş dayikên Diyarbekirê ku ji bo zarokên wan ên revandine serê nobeta ewladan digirin, ziyaret kirin.

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe, nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin. Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya HDPyê zarokên wan şandine serê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 574em.

Erbaş bi Seher Erbaşa jina xwe, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, parlamenterên AK Partiyê Mehdî Eker, Oya Eronat û Ebubekir Bal dayikên Diyarbekirê ziyaret kirin.  

Erbaş bi malbatan ra hevdîtin kir û çîçek dan wan û li vê derê daxuyanî da rojnamegeran. Erbaş diyar kir ku ew dixwazin êş û kedera dayik û bavan parve bikin û ew seba wan dia dikin.

Erbaş got, "Em dizanin ku êş û kedera ewladan, hesreta ewladan ji êş û elemên herî dijwar yek e û em seba wê li vê derê ne. Em hêvî dikin ku Xwedayê Heq di demeke herî nêz da têxe nesîb ku dayik û bavên me bigihêjin ewladên xwe." û wiha dewam kir: 

"Em dizanin ku medeniyeta me, medeniyeta biratî, yekîtî û bihevrabûnê ye. Çend qern in ku li ser van axan, li ser axên Îslamê, 7 sal piştî wefata Pêxemberê me, li van axên ku bi Îslamê muşeref bûne, heta roja qiyametê dengê azanan wê kêm nebe. Tu rêxistinên terorê wê me ji vê yekîtî û bihevrabûnê mehrûm neke. Tu hêzeke dinyayê, tu hêzeke ku xwe mezin zen dike wê me ji vê yekîtî û bihevrabûnê mehrûm neke. Ez ji ciwanên me ra pêşniyaz dikim ku weke ewladên medeniyeta me vê tabloya serbilindiyê, vê şanaziyê heta hetayê bijîn."

Erbaş got, "Ji ciwanên me ra pêşniyaza min a herî mezin ew e ku, kê dibe bira bibe, kîjan grûbeke xayîn, rêxistin, rêxistina terorê dibe bira bibe, heke bixwazin we bixapînin, guh bidin dê û bavên xwe, ji rêja Qur'ana Pîroz şaş nebin, dev ji suneta biratî, yekîtî û bihevrabûnê ya Pêxemberê me bernedin. 

Erbaş dayik pîroz kirin û ji bo wêrekiya wan jî spasiya wan kir.

Erbaş wiha axivî: "Em ê bi vê têkoşîna dewleta me, xîreta esker, polês û hêzên me yên asayîşê ku ruhê xwe û şehîdbûnê didin ber çavên xwe û vê têkoşînê didin va înşellah em ê di demeke nêz da serkeftî bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE