Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş li Mizgefta Mezin a Bîngolê xutbe da

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş li Mizgefta Mezin a Bîngolê xutbe da

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş got ku tundiya li hemberî jinan her ku diçe zêde dibe û ew gelekî li ber vê dikevin û wiha domand: "Mixabin her roja ku diçe ji ber tundiya li hemberî jinan zêdetir dibe kezeba me diperite. Tundiya ku di baweriya me da jê ra cî tuneye di heman demê da sûcekî mirovahiyê ye. Tundî tengezarî ye, bêrehmî ye û zilm e. Tundî binpêkirina destnedayîna can e û bi rûmeta mirovahiyê jî nakeve. Tu sedem ji bo tundiyê hincet nîne."

Erbaş li Mizgefta Mezin a Bîngolê derket minberê û li mijara bi sernavê "Tundî Tu Carî Bi Rûmeta Mirovahiyê Ra Lihevnayê" wez da û Xutbeya Xatirxwestinê ya Hezretî Mihemed bi bîr xist.

Erbaş destnîşan kir ku Hezretî Mihemed dema qala kesên mumin dike dibêje "Ew kesên wisa nin ku der û dor ji hêla mal û canê xwe ji wan bawer in û misilman jî ew kes e ku ji dev û destê wî zirar nagihêje kesî." Di berdwamiya axaftina xwe da Erbaş ragihand ku li gor Îslamiyetê beden şexsiyet, kesayet, şeref û namûsa her zarok, jin, kal, pîr û ciwanî pîroz e û wiha dewam kir: "Ji ber vê ye kes nikare dest dirêjî mal, can û mafên mirovahî yên şexsan bike. Nikare tevgerên ku zirarê bide kesayet û şerefa wî bike. Birih bêrih divê di nav hewla ku zirar dayînê da nebe. Mixabin her roja ku diçe ji ber tundiya li hemberî jinan zêdetir dibe kezeba me diperite. Tundiya ku di baweriya me da jê ra cî tuneye di heman demê da sûcekî mirovahiyê ye. Tundî tengezarî ye, bêrehmî ye û zilm e. Tundî binpêkirina destnedayîna can e û bi rûmeta mirovahiyê jî nakeve. Tu sedem ji bo tundiyê hincet nîne."

- Di dînê me da tiştê sereke dilovanî, dilrehmî û lêxwedîderketin e"

Erdbaş destnîşan kir ku ji kê dibe bila be zilm bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha domand: "Xezeba Rebbê me, leneta melaîketan, erd û esman li ser wan zaliman be ku mirovan qetil dikin. Ew li vê dinyê rezîl û şerpeze bûne û li axretê jî cihê ku herin dojeh e. Di dînê me da ya sereke dilovanî, dilrehmî û lêxwedîderketin e."

Erbaş piştî xutbê dia kir û nimêja înê da kirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE