Serokê Karên Diyanetê Erbaş ji pêşengên Misilmanan ra nameya Ayasofyayê şand

"Hemd ji bo Xwedê îro fetreta Ayasofyayê dawî bû. Bi dirayeta Birêz Serokkomarê me êdî bû mekanekî bi tenê ji bo Xwedê secde lê tê kirin."

Serokê Karên Diyanetê Erbaş ji pêşengên Misilmanan ra nameya Ayasofyayê şand

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş ji ber ku Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin ji îbadetê ra hat vekirin ji pêşengên dînî yên Misilmanan ra name şand.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê Erbaş di nameya xwe da kêfxweşiya xwe anî ziman ku Ayasofya bû mizgeft û ji îbadetê ra hat vekirin.

Erbaş anî ziman wek her Misilmanî ew ji ber vê guherînê pir kelecan e û dixwaze vê kêfxweşiyê parve bike.

Erbaş behsa dîroka Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin kir û wiha got: "Ayasofya berhemeke qedîm a Stenbolê ye, ji bilî vê şahesereke wisa ye ku bûye şahidê dîroka 15 sedsalan a vê erdnigariyê."

Erbaş destnîşan kir ku Misilman 86 sal e hesreta Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin in, li Tirkiyeyê di dilê her Misilmanî da eşqa Ayasofyayê heye, ji ber vê jî bi salan xwepêşandan û meş hatine kirin ku Ayasofya bibe mizgeft, ji bo wê şano hatine lîstin û helbest hatine nivîsîn.

Erbaş di nameya xwe da wiha got: "Hemd ji bo Xwedê îro fetreta Ayasofyayê dawî bû. Bi dirayeta Birêz Serokkomarê me êdî bû mekanekî bi tenê ji bo Xwedê secde lê tê kirin. Vejîna Ayasofyayê ji bo mumînên mezlûm û mehzûn der heqê pêşerojê da çavkaniya hêviyê ye û ji bo bilindbûna medeniyeta me nîşaneya ewil e."

Erbaş Eyda Qurbanê ya pêşengên Misilmanan pîroz kir û vexwend ku ew bên Ayasofyayê ku bi hev ra nimêjê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE