Serokê Meclisê Şentop ji Serokê PEyê Sassolî ra nameya şermazarkirinê şand

Serokê Meclisê Şentop ji ber ku serkirdeyên qaşo yên PKK/PYDyê li PEyê beşdarî konferansekê bûn ji Serokê PEyê Sassolî ra nameya şermazarkirinê şand.

Serokê Meclisê Şentop ji Serokê PEyê Sassolî ra nameya şermazarkirinê şand

Serokê Meclisê Mustafa Şentop ji ber "Konferansa Kurdan" ku li Parlamentoya Ewropayê (PE) hat lidarxistin û qaşo rêvebirên PKK/PYDya rêxistina terorê jî beşdar bûn ji Serokê PEyê Davîd Marîs Sassolî ra nameya şermazarkirinê şand.

Mustafa Şentop diyar kir vê skandala li PEyê bi tundî şermezar dikim û got ku divê neyê jibîrkirin teror ne tenê Tirkiye neyarê hevbeş yê hemû dinya û Ewropayê ye.

Serokê Meclisê Şentop got ku ez bi xemgînî dixwazim bibêjim ku geşedanên di bernameyê da ji xeynî meşrûkirina teror û rêxistinên terorê xizmeta armanceke din nekiriye.AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2020, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE