Serokê Meclisê Mustafa Şentop destnîşan kir ku li Mizgefta Ayasofyaya Mezin piştî 86 salan nimêja eydê ya ewil hat kirin û got, "Ev kelecaneke cuda ye ji bo miletê me. Vebûna Ayasofyayê di dîroka me da bûye û dê bibe yek ji qonaxên herî girîng."
Şentop piştî nimêja eydê ku li Mizgefta Ayasofyayê ya Mezin kir, daxuyanî da rojnamegeran.
Şentop Eyda Qurbanê ya gel û ya beşdarên nimêjê pîroz kir û ji Xwedê hêvî kir ku ev rojên pîroz ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û aramiyê.
Serokê Meclisê Şentop wiha axivî, "Li Ayasofyayê piştî 86 salan me nimêja eydê ya ewil kir. Ev kelecaneke cuda ye ji bo miletê me. Vebûna Ayasofyayê di dîroka me da bûye û dê bibe yek ji qonaxên herî giring."
AA