Serokê Teşkîlata Îstîhbaratê Hakan Fidan li lijneya perwerdeya bilind konferansa da û di konferansê de rûdanên li Sûriyeyê nirxand. Fidan got, “rêxistinên terorî yên ku hedefa wan tirkiye ye, ji lawaziya otorîteya li Iraq û sûriyeyê fêde dibînin.”
Nirxandina ewlehiyê kir, behsa talûkeyên li ber Tirkiyeyê kir.
Serokê Teşkîlata MİTê Hakan Fidan li Lijneya Perwerdeyiya Bilind konferans da. Bi vê yekê cara ewil e ku Serokê MİTê li YÖKê
Fidan di konferansa bi navê Nirxandina Ewlehiya Herêmê de li herêmê bal kişand ser girîngiya Tirkiyeyê.
Serokê MİTê diyar kir ku rêxistinên terorî ji otorîteya lawaz a Sûriye û İraqê fêde dibînin.
Fidan got, “Divê li dijî gefan mirov haydar be û divê rûdanên li cihanê jî baş werin şopandin.”
Hakan Fidan destnîşan kir ku Teşkîlata Îstîhbarata Neteweyî “MÎT” di gava hewce de û bi awayekî kurewî tevkarî dide têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî hemû gefan.