Serokê Pîşesaziya Parastinê Demir: "Projeyên me nakevin ber mueyîdeyan"

Serokê Pîşesaziya Parastinê Demir der barê mueyîdeyên Amerîkayê yên CAATSAyê da got ku ev tesîrê li Wezareta Parastina Neteweyî, Artêşa Tirkiyeyê û hêzên me yên ewlehiyê nake.

Serokê Pîşesaziya Parastinê Demir: "Projeyên me nakevin ber mueyîdeyan"

 Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir: "Projeyên bi gelemperî bi rêya şirketên pîşesaziyê dimeşin û ev nakevin ber mueyîdeyan."

Demir bû mevanê Maseya Fînansê ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.

Serokê Pîşesaziya Parastinê Demir der barê mueyîdeyên Amerîkayê yên CAATSAyê da got ku ev tesîrê li Wezareta Parastina Neteweyî, Artêşa Tirkiyeyê û hêzên me yên ewlehiyê nake.

Demir diyar kir projeyên wan bi gelemperî bi rêya şirketên pîşesaziyê dimeşin û ev nakevin ber mueyîdeyan.

Îsmaîl Demir ji bona biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê got di metnê da dibêje tesîrê li mutebeqat û peymanên beriya vê dîrokê hatine çêkirin nake, loma jî fikar hewce nakin.

Demir destnîşan kir hewcedariya wan bi peydakirina fînansê tuneye û heta niha jî çênebûye û got ku gava mekanîzmaya krediyê bê emilandin yên kar hildane dikevin dewrê.

Serokê Pîşesaziya Parastinê Demir diyar kir Tirkiyeyê bi helwesta serokomarê wan nîşan daye dewleteke ku fermana hilde nîne û got ku ji ber vê jî mekanîzmayeke ambargoyê kirin dewrê.

Îsmaîl Demir ji bona peydakirina amûrên parastinê got ku astengî bi 'Na'yê nabe, rêbazeke dirêjkirinê û dûrkirinê tê meşandin.

Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir der barê pergala S-400î da got pergala ku me kiriye di asta xwe da pergala parastina esmanî ya yekemîn e.

Demir di berdewamiyê da wiha got: "Li dewsa hevoka 'Mueyîdeyên dijî Tirkiyeyê' ez hevoka 'Li Tirkiyeyê dijî sazî û 4 kesan mueyîde hat sepandin' tercih dikim. Rastî ev e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE