Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun got, "Karkerên me bi ked û xwîdana xwe welatê me bi gavên qewîn ber bi siberojê dibin. Heta roja îro bi hemû hêza xwe me xwe da kêleka xwîşk û birayên me yên karker, em ê ji îro şûnda jî li cem wan bin."
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê bi minasebeta 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê peyamek belav kir.
Fahrettîn Altun vîdeoya ku ji hêla Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat amadekirin parve kir ku tê da axaftina Serokomar Recep Tayyip Erdogan a li ser 1ê Gulanê Roja Ked û Hevkariyê jî heye û wiha got:
"Ked û xwîdan pîroz in. Karkerên me bi ked û xwîdana xwe welatê me bi gavên qewîn ber bi siberojê dibin. Heta roja îro bi hemû hêza xwe me xwe da kêleka xwîşk û birayên me yên karker, em ê ji îro şûnda jî li cem wan bin. 1ê Gulanê Roja me ya Ked û Hevkariyê pîroz be."
AA