Serokê RTUKê Îlhan Yerlîkaya îstifa kir

Hat ragihandin ku Îlhan Yerlîkayayê Serokê RTUKê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên malbata xwe ji peywira xwe îstifa kir.

Serokê RTUKê Îlhan Yerlîkaya îstifa kir

Serokê Lijneya Bilind a Radyo û Têlevîzyonê (RTUK) Îlhan Yerlîkaya ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên malbata xwe ji peywira xwe îstifa kir.

Li gor agahiyên ku ji rayedarên RTUKê hatin bidestxistin ji ber ku dayika wî piştî qeyrana dil li nexweşxaneyê li unîteya nexweşiyên giran jiyana xwe didomîne û nexweşiyên bavê wî yên ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene zêde bû dev ji peywira xwe ya ku ji 25ê sermaweza 2015an vir ve dike berda.

Civîna Lijneya Bilind a heftane dê bi serokatiya Arîf Firtinayê bi wesfê "endamê herî emirmezin ê RTUKê" sibê bê kirin û rojeva ewil a civînê dê hilbijartina serok be. Endamên lijneyê dê di navbera xwe de serok û cîgirê serok hilbijêrin.

Endamtiya RTUKê ya Yerlîkaya dê bidome.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE