Serokê TBMMyê Şentop Îmamoglu pîroz kir

Serokê TBMMê Mustafa Şentop Ekrem Îmamogluyê ku li gor encamên nefermî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir, pîroz kir.

Serokê TBMMyê Şentop Îmamoglu pîroz kir

Serokê TBMMê Mustafa Şentop Ekrem Îmamogluyê ku li gor encamên nefermî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir, pîroz kir.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin Serokê TBMMê Şentop telefonî Îmamoglu kir. Şentop di axaftinê da Îmamogluyê ku li gor encamên nefermî hilbijartin qezenc kir, pîroz kir.

Şentop ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama "Hilbijartinên 23yê hezîranê bi kamilbûna demokratîk a Tirkiyeyê û cardin tezahura îradeya neteweyî gihişt encamê. Demokrasî bi kirina hilbijartinên eşkere û zelal ên ku dê di vê mijarê da cî nede tu teredudê û di nav şertên wekhev û baş da teceliya îradeya neteweyî çêdibe. Gelê me ji bo Stenbolê tercîha xwe kir, bila bixêr be. Bi vî wesîleyê Birêz Ekrem Îmamogluyê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir pîroz dikin; hêvî dikim ku ji bo Stenbolê xizmetên bixêr bike."

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE