Serokê TOBBê Hisarciklioglu û dayikên Diyarbekirê hatin bal hev

"Înşallah ev rondikên dayik ji bo ewladên xwe dirêjînin wê bibin rondikên kêfxweşiyê, em vê hêvî dikin û ji bo vê dia dikin."

Serokê TOBBê Hisarciklioglu û dayikên Diyarbekirê hatin bal hev

 Serokê Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) Rifat Hisarciklioglu bi dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan revandine çiyê û ji ber vê li ber Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiyê dikin ra hat bal hevdu.

Hisarciklioglu û heyeta wî li oteleke bajêr daxwazên dayikan guhdar kirin.

Hisarciklioglu ji malbatan ra got dewlet bi hemû hêza xwe li pişta wan e û wiha axivî: "Ji bo ku ez piştgiriyê bidim vê berxwedana bihêz û jidil ya dayikan min xwest ez dîsa wan ziyaret bikim. Înşallah ev rondikên dayik ji bo ewladên xwe dirêjînin wê bibin rondikên kêfxweşiyê, em vê hêvî dikin û ji bo vê dia dikin. Ez ji vir ji wan kesên ji qêrîna bêdeng a dayikan ra dibin deng ra jî silavên xwe dişînim. Xwedê ji gişkan razî be. Xwedê alîkariya we bike xwîşk û birayên min ên biqîmet."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE