Serokê Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê Feyzîoglu bangî serokên baroyan kir

Serokê Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê Feyzîoglu diyar kir mijara sereke ya guherînan "zêdekirina baroyan" e û wiha got: "Wek Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê û 80 baro em li dijî vî qismî ne. Me behsa sedeman jî kir û em ê bidomînin."

Serokê Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê Feyzîoglu bangî serokên baroyan kir

Serokê Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê Metîn Feyzîoglu: "Ez bangî serokên baroyan dikim, hûn duh ji bona komîsyona li Meclisê hatin vexwendin, lê hûn nehatin. Em cardin navbeynkariyê dikin, ji kerema xwe ra herin û biaxivin."

Metîn Feyzîoglu li Navenda Bîrlikê daxuyanî da rojnamevanan û der barê guherînên di Qanûna Parêzaran da axivî ku li Komîsyona Edaletê ya Meclisê li ser tê xeberdan.

Serokê Yekîtiya Baroyan ya Turkiyeyê Feyzîoglu diyar kir mijara sereke ya guherînan "zêdekirina baroyan" e û wiha got: "Wek Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyeyê û 80 baro em li dijî vî qismî ne. Me behsa sedeman jî kir û em ê bidomînin."

Feyzîoglu destnîşan kir di vê pêvajoyê da serokên baroyên Istanbul, Ankara û Îzmirê tevlî hevdîtinan nebûn û wiha got: "Ez bangî serokên baroyan dikim, hûn duh ji bona komîsyona li Meclisê hatin vexwendin, lê hûn nehatin. Em cardin navbeynkariyê dikin, ji kerema xwe ra herin û biaxivin."

Metîn Feyzîoglu diyar kir gorî qinaeta wî rast nîne ku derfetên diyalogê bên redkirin û wiha got: "Bêyî diyalogê ma em dikarin di dozan da bi ser bikevin, em ê çawa doza xwe ya meslekî qezenc bikin?"

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE