Serokatiya Karên Diyanetê: "Ji ber ku îbadeta hecê ya 2020î ji ber şewba Kovîd-19ê nehat kirin heqê peşk û qeydê ya namzedan ji bona 2021ê jî dewam dike."
Serokatiya Karên Diyanetê ji bona heyama hec û umreyê ya 2021ê daxuyanî da.
Di daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê da hat diyarkirin ji ber ku îbadeta hecê ya 2020î ji ber şewba Kovîd-19ê nehat kirin heqê peşk û qeydê ya namzedan ji bona 2021ê jî dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin bi Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî ra pêwendî didomin û wiha hat gotin, "Ji ber ku Erebistana Siûdî pêvajoya asayîbûnê heta piştî Eyda Remezanê taloq kir wê ji welatê me ziyaretên umreyê neyên kirin."
AA