Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ev 3 salî ye

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ev 3 salî ye

 Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altun diyar kir ku ew bi lîderiya Serok Recep Tayyîp Erdogan seferberiya ragihandinê dimeşînin û wiha domand: "Em ji bo qala çîroka serfiraziyê ya Tirkiyeyê û tezên wê bikin hemû amûr û rêbazên ragihandinê bi pêvajoyeke piralî û beşdarbûnê birêva dibin."

Altun di daxuyaniya nivîskî weşand da diyar kir ku piştî Eyda Qurbanê ji ber damezrandina sala sêyemîn a Serokatiya Ragihandinê ew gelekî kêfxweş in.

Di daxuyaniya xwe da Altun bi bîr xist îro salvegera vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ye jî û destnîşan kir ku ji aliyekî va cejn ji aliyekî va salvegera vekirina mizgeftê û ji aliyekî va jî sala sêyemîn a damezrandina saziya ragihandinê ye û ev jî tewafûqek e û wiha domand: "Ji roja ewil vir va bi pêşengiya Serokkomarê xwe va bi hemû derfetên xwe seferberiya ragihandinê birêva dibin. Em stratejiya xwe ragihandina gelemperî ku li gor berjewendiyên xwe yên neteweyî ava kiriye bi armanca li welêt û nav welatan ji bo parastina rêzdariya welatê xwe disepînin û xebatên rûmeta welatê me zêde bike, dikin."

Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Altun ragihand ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariyê ji dîplomasiya raya giştî bigre têkiliyên bi gel û rêvebirina qeyrana gelemperî û gelek qadên din da bi berpirsyariyeke hay ji xwe heye va tevdigere.

Altun ji ber piştgiriya ku dide wan ji Serokkomar Erdogan ra spas kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE