Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê 4 salî ye

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun ji ber salvegerê peyamek weşand û daxuyand ew serfiraz û kêfxweş in ku salvegera 4emîn pîroz dikin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê 4 salî ye

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ya ku piştî Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê kete rewacê ava bû 4 salî ye.

Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun ji ber salvegerê peyamek weşand û daxuyand ew serfiraz û kêfxweş in ku salvegera 4emîn pîroz dikin.

Altun got ji bilî vê îro salvegera duyemîn a piştî 86 salan vekirina Mizgefta Kebîr ya Ayasofyayê ye jî her du salveger di heman rojê da ne ku ev jî balkêş e.

Altun anî ziman Serokatiya Ragihandinê 4 sal berê muqtesebata Midûriya Giştî ya Çapemenî Weşan û Enformasyonê û personelên wê xebitandiya û li gor hewcedariyên nû dest bi wezîfeyê kiriye, ji roja avabûnê û vir va gelek karên giring kiriye.

Altun daxuyand Serokatiya Ragihandinê di qada neteweyî û navneteweyî da ji bo îtibara Türkiyeyê biparêze projeyan çêdike him di nav welêt û him jî dervayî welêt xebatên xwe didomîne.

Altun destnîşan kir ku di vê çarçoveyê da ji têkiliyên gel bigire heta dîplomasiya kamuyê û rêvebirina qeyranê ew di qada ragihandinê da xebatên cuda dikin.

Altun bal kişand ku wekî Serokatî ew ji aliyekî va li dijî dezenformasyon têkoşînê dimeşînin û wiha dewam kir, "Gava em îdia, tez û helwesta rewa ya Türkiyeyê ji bo rayagiştî ya neteweyî û navneteweyî rave dikin, em li dijî derew, dezenformasyon, manîpulasyon û propagandaya reş têdikoşin."

Altun her wiha got, ji bo bihêzkirina îmaja Türkiyeyê û nirxa wê ya marqeyê, ew dixwazin modela ragihandinê ya Türkiyeyê bikin sazî û di qada navneteweyî da bikin model û ji bo vê jî wan Ofîsa Marqeyê ya Türkiyeyê damezirand.

Altun bal kişand ku sedala tê dê bibe sedsala Türkiyeyê û wiha dewam kir, "Bi vê perspekrtîfê va em jî wekî Serokatî xebatên xwe didomînin. Em bawer in ku bi serokatiya Serokomarê me va Türkiye dê li herêma xwe bibe welatekî bêtir bibandor, bihêz, dewlemend û mezin. Wekî Serkokatî em jî li gorî hedefên 2023, 2053 û 2071ê bênavber dixebitin ku bibin dengê Türkiyeyê . Ez sipasiyên xwe pêşkêşî Brêz Serokomarê me dikim ku di vê pêvajoyê da di mijara piştevaniya ji bo me da qet xwe neda alî."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE