Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ji ber salvegera 950emîn a Serkeftina Milazgirê ya ku deriyên Anadoluyê ji Tirkan hat vekirin pîroz bike vîdeoyek amade kir.
Serokê Ragihandinê ya Serokomariyê Fahrettîn Altun vê vîdeoya ji bo salvegera fethê hatiye amadekirin li ser hesabên medyaya civakî parve kir.
Altun di peyama xwe da wiha got: "Di salvegera 950emîn a Serkeftina Milazgirê da ez Fatihê Anadoluyê, fermandarê mezin Siltan Alparslan û şehîdên me yên ezîz bi rehmet û spasiyê bi bîr tînim."
Vîdeoya ku navê wê "Anadolu hebe, em jî hene" deqîqeyek û 45 saniye ye.
“Anadolu varsa biz de varız…”#MalazgirtZaferi’nin 950. yıl dönümünde Anadolu Fatih’i, büyük komutan Sultan Alparslan’ı ve aziz şehitlerimizi rahmet ve şükranla anıyorum. pic.twitter.com/t2huntN3M4
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) August 26, 2021
Vîdeo bi gotina Siltan Alparslan a "An ez ê bi ser bikevim û bigîhêjim armanca xwe an jî ez ê şehîd bim herim cinetê" dest pê dike.
Vîdeo behsa têkoşîna Şerê Xerlasbûnê ya ji bo Anadoluyê ya ku ji Milazgirê pê va dewam dike, dike û bi gotina "Serkeftina me ya Milazgirê pîroz bibe" va dawî dibe.
AA