Serokkomar Erdogan li Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand

Serokkomar Erdogan li ser pirsa der barê daxuyaniya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya 'Em û Erdogan bi hev ra li ser Îdlibê dixebitin got ku dibe ku her lehze her cure tevkariya me çêbibe.

Serokkomar Erdogan li Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand

Serokkomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê daxuyaniya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya 'Em û Erdogan bi hev ra li ser Îdlibê dixebitin got ku dibe ku her lehze her cure tevkariya me çêbibe.

Erdogan li Meclisê pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokkomar Erdogan li ser pirsa der barê daxuyaniya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya 'Em û Erdogan bi hev ra li ser Îdlibê dixebitin got ku dibe ku her lehze her cure tevkariya me çêbibe.

Erdogan li pirsa der barê Herekata Îdlibê da wiha axivî: "Me got 'Dibe ku em şevekê ji nişkêva werin.' Wexta ku em şevekê ji nişkêva hatin, em ê bi nav û deng werin."

Serokkomar Erdogan ji bona doza bûyerên Geziyê wiha peyivî: "Kesên ku bi kêrî wan tê ji bo biryara darazê dibêjin, 'Darazê biryareke baş da', kesên ku kêrî wan nayê jî seba biryarê çima rexneyan dikin. Darazê qismekî wan texliye kir, ji bo Kavala jî ev biryar da. Divê rêzê nîşan bidin."

Erdogan li ser pirsa der barê îdiayên amadehiyên derbeyeke nû tên kirin da jî wiha got: "Li vî welatî 15ê Tîrmehê qewimî. Gelê min jî cewaba hewce dikir da kesên 15ê Tîrmehê nîşan dan. Heger cardin tiştekî wiha çêbe wê berdêla wê zêdetir bidin. Tiştekî wisa tuneye. Beriya her tiştî behskirina tiştekî wiha heram e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE