Serok Erdogan sala nû ya eskerên li Hakkariyê pîroz kir

Serok Erdogan got, "Em li Lîbyayê, li Rojhilata Behra Spî gaveke nû davêjin."

Serok Erdogan sala nû ya eskerên li Hakkariyê pîroz kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan di têlefonê da xîtabî eskerên ku li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Geçîtliyê ya Hakkariyê wezîfeyê dikin, kir û wiha got, "Em li Lîbyayê, li Rojhilata Behra Spî gaveke nû davêjin."

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arif Çetîn, Waliyê Hakkariyê Îdris Akbiyik, Fermandarê Cendirmeya Bajêr Tûxgeneral Nûrî Ozturk û heyetekê Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Geçîtliyê ziyaret kir.

Wezîr Soylu di ziyareta eskeran da ji Serok Erdogan ra têlefon vekir û der barê kar û barên fermandariyê da agahî da Serokomar Erdogan.

Serok Erdogan di têlefona Wezîr Soylu da xîtabî eskeran kir û wiha axivî:

"Me êdî sala 2019an li paş hişt. Vêga em dikevin 2020î. Heke eskerên me bin heke polêsên me bin bi qehremanî li beja, behr û hewa têkoşîn dan. Weke tê zanîn di Herekata Kaniya Aştiyê da ew der ji terorîstan ra teng kirin. Vêga gaveke pir cuda va li Lîbyayê, li Rojhilata Behra Spî gaveke nû davêjin. Çawa ku Barbaros Hayrettînan di dîrokê da li Behra Spî destan dinivîsîn, înşellah Mehmedê me jî bi vê gava ku em li Rojhilata Behra Spî davêjin va wê li wan derana nivîsandina van destanan bidomîne."

Erdogan diyar kir ku ew bi Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar ra jî axiviye û wiha dewam kir: "Ez li ser navê xwe û milletê xwe pîroz dikim. Daxwaziya min ew e ku 2020 ji bo miletê me bibe wesîleya xêrê. Her wiha ez we jî pîroz dikim. Hûn gelek salan bibînin û tê da serkeftî bin."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE