Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Civîna Maseya Glover a bi destê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Lijneya Têkiliyên Aboriyê ya Derva û Konseya Hevkariya Tirkiye-Amerîkayê hat lidarxistin bû.
Erdoganê li ser daweta Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li Washîngtonê ye beşdarî civîna li Willard Hotelê hat lidarxistin bû.
Çapemenî hilnedan civînê û Mevlut Çavuşoyluyê Wezîrê Karên Derva, Berat Albayrakê Wezîrê Xezîne û Darayiyê, Hulusî Akarê Wezîrê Parastina Neteweyî, Ruhsar Pekcana Wezîra Bazirganiyê, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandinê û Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê da nûnerên şirketên Pepsico, Google, UPS, Hilton, The Coca Cola Company, GE, Citi, Uber, THY, Limak, TAV, Borusan, Kale Groupê û nûnerên saziyên Fona Hebûnê ya Tirkiyeyê, Lijneya Têkiliyên Aboriyê ya Derva, Nasdaq û Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê jî di civînê da amade bûn.AA