Serokomar Erdogan û Serokomarê Tûnisê Seîd hatin bal hev

Hevdîtina li Qesra Serokomariyê pêk hat ji çapemeniyê ra girtî çêbû.

Serokomar Erdogan û Serokomarê Tûnisê Seîd hatin bal hev

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd hatin bal hevdu. 

Hevdîtina li Qesra Serokomariyê pêk hat ji çapemeniyê ra girtî çêbû.

Piştî hevdîtina herduyan, hevdîtina bi heyetan ra pêk hat.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî Hakan Fîdan jî di civînê da amade bûn.

Piştî Civînê ji daxuyaniya Serokkomaran;

Erdogan: "Geşedanên neyînî yên li Libyayê tenê li Libyayê namînin. Di serî da Tûnis di heman demê da aciziyeke mezin dide dewletên cînar jî."

Erdogan: "Ez bawer dikim ku Tûnisê feydeyeke mezin bide hewldanên ji bona li Libyayê îstiqrar pêk were."

Erdogan: "Me gavên ji bona li Libyayê agirbest pêk were û vegerin pêvajoya siyasî bên avêtin û hevkariya ku em dikarin bikin gotûbêj kir."

Erdogan: "(Ji bo Libyayê şandina eskeran) Em heta niha bêyî destûr neçûne tu derekê. Heger daxwaz hebe helbet em ê binirxînin."

Erdogan: "(Mutabaqata bi Libyayê ra) Ji Meclisê metna mutabaqatê û peyman jî derbas bû. Em ê pêvajoyê ji vir û pê da jî bi vî awayî bidomînin."

Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd: "(Hevdîtina bi Erdogan ra) Me meseleya Libyayê ji her hêlê va gotûbêj kir."

 Seîd: "Mutabaqata di navbera Tirkiye û Libyayê da hat îmzekirin sînorê herdu dewletan eşkere dike. Ev meseleya herdu dewletan e."

Seîd: "Mutabaqata di navbera Tirkiye û Libyayê da hat îmzekirin sînorê herdu dewletan eşkere dike. Ev meseleya herdu dewletan e."

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE