"Serokomarê me careke din hatiye teyîdkirin"

Kalin dema ku Kulliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneyê ya bi Seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan didomiya, daxuyanî dan.

"Serokomarê me careke din hatiye teyîdkirin"

 Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got, "Ev hilbijartin di eslê xwe de dema hûn bala xwe bidin dengên ku AK Partiyê, yên Îtifaqa Cumhûrê sitendine, nîşan didin ku pêwelebûna Serokomarê me careke din hatiye teyîdkirin."

Kalin dema ku Kulliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneyê ya bi Seroktiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan didomiya, daxuyanî dan.

Kalin behsa encamên Hilbijartinê Giştî yên Îdareyên Mehellî yên 31ê Adarê kir û wiha got,  "Ev hilbijartin di eslê xwe de dema hûn bala xwe bidin dengên ku AK Partiyê, yên Îtifaqa Cumhûrê sitendine, nîşan didin ku pêewlebûna Serokomarê me careke din hatiye teyîdkirin. Îtirazên ku hatin kirin, bi wê mebestê bûn ku dengdêrên ku çûn ser sindoqê ka îradeya wan rasterast rengvedaye û îxlal, nahiqûqî, xeletiyên qesdî yan ne qesdî çêbûne yan na."

Berdevk Kalin bal kişand ser operasyona muhtemel a ji bo bakurê Sûriyeyê û wiha got, "Têkoşîna dijî terorê ya Tirkiyeyê ne tenê ya navxweyî ye. Armanca serekî ew e ku sînorên Tirkiyeyê li dereveyî sînor jî bên parastin. Hêviya me ew e nexşerêya Minbicê demildest bê tetbîqkirin û neyê misadekirin ku li rojhilatê Feratê ti unsûreke terorê bihêwire. Di nava sînorê Tirkiye-Sûriyeyê heta Minbicê de, îro jixwe herêmeke ewledar fiîlen hatiye pêkanîn. Xebatên me yên ji bo qedandina şer di çarçoveya yekpareyî û yekîtiya Sûriyeyê de û avabûna komîsyona destûra bingehîn, pêkanîna derbasbûna pêvajoya siyasî bi rêya hilbijartinê bi awayekî xurt didomin."

Kalin tekezî li yekpareyiya axa Sûriyeyê kir û wiha axivî:

"Mayindekirina Mitabeqeta Îdlibê ya ku bi hewl û înisiyatifên Cenabê Serokomarê me hat pêkanîn, Armanca me ya sereke ye, em divê de jî bi rêjeyeke mezin serkeftin e."AA

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE