Seroktiya Lijneya Giştî ya 75an a NYyê: Bozkir îro dest bi wezîfeyê dike

Volkan Bozkirê ji bo Seroktiya Lijneya Giştî ya 75an a NYyê hatibû hilbijartin îro dest bi wezîfeyê dike

Seroktiya Lijneya Giştî ya 75an a NYyê: Bozkir îro dest bi wezîfeyê dike

Volkan Bozkirê ji bo Seroktiya Lijneya Giştî ya 75an a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatibû hilbijartin îro dest bi wezîfeya xwe ya teze dike.

Bozkirê di merasima li Nevanda Giştî ya NYyê were lidarxistin da wezîfeyê ji Tijjani Muhammad-Bandê Serokê Lijneya Giştî ya 74an dewr hilde.

NYyê îsal salvegera avakirinê ya 75an a xwe pîroz bike, Seroktiya Lijneya Giştî ya 75an a rêxistina 193 welat endamê wê ne jî ew ê bi destê Volkan Bozkir were kirin.

Ji Tirkiyeyê cara ewil Volkan Bozkir bi piştgiriya 178 welatan wekî Serokê Lijneya Giştî ya NYyê hat bijartin. Bozkirê hetanî îlona 2021î vê wezîfeyê bidomîne.

Serokê Lijneya Giştî ya NYyê rêniştinan bi rê va dibe û karên lijneyê dixe rê. Lijneya Giştî wekî mayîn her sal budçeya NYyê tesbît û kontrol dike.

Di Lijneya Giştî ya NYyê da biyarên li gor fikr û ramnên giştî ya civaka navneteweyî tên hildan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE