Serokwezîrê HKIyê Barzanî wek serokwezîr cara ewil li Bexdayê ye

Mesrûr Barzanî piştî ku wek Serokwezîrê HKIyê hat hilbijartin cara ewil Bexdayê ziyaret dike û di çarçoveya ziyaretê da bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih ra rûnişt...

Serokwezîrê HKIyê Barzanî wek serokwezîr cara ewil li Bexdayê ye

 Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih ra hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê, Barzaniyê serokwezîrê nû yê HKIyê bi heyetekê ra hat Bexdayê û li Qesra Selamê ya li paytextê bi Serokomar Salih ra hevdîtin kir.

Di hevîdtinê da Salih diyar kir, divê hemû mijarên ku di navbera rêvebiriya navendî û HKIyê da nîqaş li ser hene, di çarçoveya girêdayîna Makezagonê û berjewendiyên neteweyî da bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Salih her wiha diyar kir, ew ji bo pêşketina têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê bi mitabaqata navbera aliyên siyasî bawer in.

-Serowezîrê HKIyê Barzanî jî destnîşan kir ku divê bi Bexdayê ra "têkiliyên dostane" xurt bibin û seba xurtkirina berjewendiyên hevpar divê herdu alî girêdayî Makezagonê bin û diyalogê daynin.

Hat gotin ku di hevdîtinê da Salih û Barzanî li ser mijarên herêmî jî sekinîn.

Serowezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî di 10ê tîrmehê da li Meclisa HKIyê sond xwaribû û dest bi wezîfeyê kiribû. Barzanî piştî ku bû serokwezîr ziyareta xwe ya ewil li Bexdayê kir.

Di çarçoveya ziyareta Bexdayê da tê payîn ku Barzanî Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Serokê Meclisê Mihemed el-Helbûsî û rayedarên din ên siyasî ra jî hevdîtinê bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Tîrmeh 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE