Serokwezîrê Iraqê dixwaze bi xwepêşanderan re biaxive

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ragihand ku dixwaze digel nûnerên xwepêşanderan re hevdîtinê bike

Serokwezîrê Iraqê dixwaze bi xwepêşanderan re biaxive

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî ragihand ku dixwaze digel nûnerên xwepêşanderan rûne û daxwazên wan ên rewa reçaw bike.

Di daxuyaniya Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku Evdilmehdî bi mebesta daxistina girjiyê û bicîanîna hêviyên gel, dixwaze bi nûnerên xwepêşanderan re rûne daxwazên wan ên rewa reçaw bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Evdilmehdî dixwaze jiyan normalîze bibe û herwiha 3 reqemên telefonê bi mebesta peywendîdanînê digel xwepêşanderan hat parvekirin.

Hatibû ragihandin di xwepêşandanên ku bi mebesta protestokirina "bêkarî, gendelî û mehrûmbûna ji xizmetguzariya hikûmetê" 1ê cotmehê destpêkiribûn, heta nuha 19 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûne.

Bi sedema xwepêşandanan tevî Bexdayê li bajarên weke Nasiriyeya navenda wîlayeta Zîqarê, Emaraya navenda wîlayeta Meysanê û Hileya navenda wîlayeta Babilê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE