Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî li ser vexwendina Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê sibê bê Turkiyeyê.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Kazimî û Erdogan di hevdîtinê da wê li ser têkiliyên dualî, têkoşîna dijî terorê, car din îmarkirina Iraqê, bazirganî û vejen di serî da gavên ji bo pêşvabirina têkiliyên Tirkiye û Iraqê biaxivin.
Ji bilî têkiliyên dualî der barê geşedanên herêmî û navneteweyî da jî fikr û raman wê bên parvekirin.AA