"Şev û rojê ji bo me dixebite"

Malbatê Taş ji stêrkên fîlman Erol Taşê rehmetî gelekî hez dikir û ji ber vê navê wî dane kurê xwe...

"Şev û rojê ji bo me dixebite"

Erol Taşê Diyarbekirî yê ku 41 salî û li bajêr wekî "mirovê baş û birehm" tê zanîn ji bo kesên astengdar şev û roj dixebite. 

Malbatê Taş ji stêrkên fîlman Erol Taşê rehmetî gelekî hez dikir û ji ber vê navê wî dane kurê xwe. Erol Taş bi xwe jî kesekî astengdar e û li bajêr ji astengdaran ra çalakiyên civakî û sporê li dar dixe. 

Erol Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew her çendî astengdar jî be her dem ji Xwedê ra şikûr dike û wiha axivî:

"Ez niha Serokatiya Kuluba Sporê ya Astengdariya Bedenî ya Diyarbekirê dikim. Ez bi xwe jî kesekî astengdar im lê me ev nekir hincet, şev û roj em dixebitin. Îro piyê min tuneye, lê şikûr ji Xwedê ra ez dîsa jî dibazim. Min tu carî xwe kesekî astengdar nedît. Em li vê derê ji bo astengdaran dixebitin. Caran ji bo govendeke wan em pereya kom dikin û dibine alîkar, caran jî ji bo kesekî eger hewcedariya wî pê hebe em diçin sandalyeyekê ji wî ra tînin."

- "Şev û rojê ji bo me dixebite"

Ji endamên kulubê Mehmet Dogan got ku ez û Erol Taş ev 20 sal e em hevalên hevdu ne û wiha axivî:

"Em bi hev ra di rêveberiya kulubê de ne. Navê wî her çendî Erol Taş jî be, ew bavê me Munîr (Ozkul) e. Şev û roj ji bo me dixebite. Serê sibê radibe dest bi kar dike. Merivekî zehf baş û zîrek e."AA

Dîroka nûkirinê: 01 Kanûn 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE