Îşev Şeva Mîracê ye

Şeva Mîracê îşev tê pîrozkirin. Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş ji ber Şeva Mîracê peyamek weşand û Şeva Mîracê ya gel û hemû alema Îslamê pîroz kir

Îşev Şeva Mîracê ye

Şeva Mîracê ya ku di alema Îslamê da "derketina hizûra Xwedê û ji gunehan paqijbûn" tê qebûlkirin îşev wê tê pîrozkirin. 

"Sêmehan" di 8ê adarê da dest pê kir. Meha Recebê meha ewil a "sêmehan" e ku Şeva Mîracê jî di 27ê vê mehê da ye.

Li gor baweriya Misilmanan Hz. Mihemed di Şeva Mîracê da li ser banga Xwedê bi rêberiya Cebraîl elêyhîselam çû Mescida Heramê, ji wir derbasî Mescida Eqsayê bû, ji wir jî derkete semayê û derket hizûra Xwedê teala. Hz. Mihemed di vê rêwîtiyê da li "Buraqê" siwar bû û bi wî rêwîtiya kir.

Di vê şevê da 5 wext nimêj ferz bû, mizgînî hat dayîn ku kesên şirîkan nevêjin ber Xwedê wê herin cinetê.

Dîsa di vê şevê da du ayetên dawîn ên Sureya Beqarayê nazil bûn.

Xwedê Teala di vê şevê da deh emirên ku heq, şeref û histeya mirovan diparêze, aramî û ewlehiya civakî dixwaze weyhê Hz. Mihemed kir.

- Ji Erbaş peyama Mîracê

Serokê Karûbarên Diyanetê Alî Erbaş ji ber Şeva Mîracê peyamek weşand û got ev şeva pîroz wê îşev bê pîrozkirin.

Erbaş di peyama xwe da wiha got: "Mîrac di şexsê Pêxemberê me da ji bo wan kesên li ser tewhîd, sebir, exlaqê baş û evdbûnê sebat dikin asoyeke bilind û heqîqet e. Yekîtiya Xwedê, mezinbûn û qudreta wî ra şahidiyek e, rêwîtiyeke derasayî ye ji bo mene û kakilê hebûna wî."

Erbaş Şeva Mîracê ya gel û hemû alema Îslamê pîroz kir û got ew hêvî dike bibe yekîtiya Misilmanan, aştî û hidayeta însanan.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE