Îşev şeva Regaîbê şeva rehmet û bereketê ye

Şeva Regaîbê ya ku alema Îslamê wek mizgîniya destpêka serê sê mehan qebûl dike îşev e

Îşev şeva Regaîbê şeva rehmet û bereketê ye

Şeva Regaîbê ku li alema Îslamê wek mizgîniya destpêka serê sê mehan tê qebûlkirin, wê bê îdraqkirin.

Ji bo alema Îslamê sê meh ji ber xêr û berekata di nav xwe da dihewînin pir girîng in û êvara îniya ewil a meha Recebê jî wek Şeva Regaîbê tê îdraqkirin û lewra ev şev wek "şeva rehmet û bereketê" tê qebûlkirin.

Midûriya Giştî ya Xizmetên Dînî ya Serokatiya Diyanetê wê ji bo Şeva Regaîbê hin bername amade kirin.

Di vê çarçoveyê da wê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê bernameya bi navê "Qendîla Reqaîbê ya Taybet" bê kirin û ji ser TRTê jî dê bê weşandin.

Di çavkaniyên Îslamê da ji Evdilahê kurê Omer hatiye rîwayetkirin û Melayê Şafiî jî gihandiye ku diayên şeva ewil a Recebê, şevên îniya, şeva 15mîn a meha şebanê, şevên eydiyên meha Remezan û qurbanê bên kirin înşeallah diçin qebûlê.

Peyva "regaîb"ê ku bi eslê xwe Erebî ye di Kurdî da bi wateya "ya tê xwestin" va tê îfadekirin.

Ji misilmanan ra wek pêşniyazî tê gotin ku bila ew di şeva Qendîla Regaîbê da îstixfara xwe bînin, zikir û dia bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE