Şeva Qedrê wê îro were pîrozkirin

Leyletul Qedra ku di Qur'ana Pîroz da weke "Ji hezar mehan bixêrtir e" tê ragihandin, wê îro di şeva 27ê remezanê da were pîrozkirin

Şeva Qedrê wê îro were pîrozkirin

Li gor baweriya dînê îslamê Leyletul Qedra ku ji hezar mehan bixêrtir e, îro tê pîrozkirin.

Li gor Îslamê destpêka berjêrkirina Qur'ana Pîroz di Şeva Qedrê da ye û li gor baweriyê di vê şevê da "Deriyên semayê tên vekirin, dia û tobe tên qebûlkirin." Her wiha di Qur'ana Pîroz da weke şev tenê navê vê şevê derbas dibe."

Di "Sûreya Qedrê" ya Qur'ana Pîroz da wiha behsa vê şevê tê kirin:

"Bê guman me ew (Qur'an) di Şeva Qedrê da nizûl kir. Tu çi dizanî ku Şeva Qedrê çi ye! Şeva Qedrê ji hezar mehan bi xêrtir e. Milyaket û Ruh (Cebraîl) di wê şevê da bi destûra Rebbê xwe ji bo her cure kar û baran tên ser rûyê erdê. Ew şev heta şeveqa serê sibehê silametî û aramî ye."

Ji ber tevdîrên vîrusa koronayê mizgeft seba îbadetên komî girtî ne û Misilman wê Şeva Qedrê li malên xwe pîroz bikin û ji Xwedayê xwe ra îbadetê û dia bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE