Şewata daristanê ya li Muglayê hat kontrolkirin

Pakdemirli herwiha li Şeftiya Kargeha Daristanê ya Gocekê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew ji vartayekê xilas bûn. 

Şewata daristanê ya li Muglayê hat kontrolkirin

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli diyar kir ku şewata daristanê ya li Muglayê hat kontrolkirin û wiha got, "Xwedêkirî tu ziyaneke me ye can û mal tuneye, wisa dixuyê bi tenê tesîr li oteleke bûtîk ku kes tê da tuneye kiriye."

Pakdemirliyê ku seredana xwe ya Rûsyayê temam kir û hat Muglayê, li devera ku şewat derket bi helîkopterê lêkolîn kir û li navenda krîzê ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Daristanê hat avakirin, xebatên vemirandina şewatê şopandin.

Pakdemirli herwiha li Şeftiya Kargeha Daristanê ya Gocekê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku ew ji vartayekê xilas bûn. 

Pakdemirli diyar kir ku şewatê duh di saet dora 15.30î da dest pê kir û di kurtedemekê da şênî ketin ber xetereyê û wiha dewam kir, "Wekî tedbîr em mecbûr man û me hin xanî dan valakirin. Li gorî tesbîta me ya ewil, şewat li Dalamanê li tanga Karaagaçê di zeviyeke çandiniyê da derket."

"Niha hat kontrolkirin"

Pakdemirli got ku şewat li Taxa Kayadibiyê sekinî û wiha got, "Li Gocekê û binê wê li taxên Kepez û Taşbaşê şewatê duh dewam kir. Me wekî tedbîr taxên Kepez û Taşbaşê vala kiribûn. Lê welatî êdî cardin vedigerin. Ez li dervayî welêt bûm. Ji destpêkê pê va min şopand. Şewat niha hat kontrolkirin."

Herwiha Pakdemirli bal kişand ku xebat berdewam in û wiha axivî:

"Min ji helîkopterê devera şewatê lêkolîn kir. Bi qasî ku em tirsiyan nîne. Xwedêkirî tu ziyaneke me ye can û mal tuneye, wisa dixuyê bi tenê tesîr li oteleke bûtîk ku kes tê da tuneye kiriye. Germahî 37, nem 17 pile ye û herwiha ba jî di ser 40 kîlometreyî da ye û ji ber van sedeman agir zû belav bû."

Pakdemirli herwisa diyar kir ku 15 helîkopter, 105 arazoz, 18 makîneyên şixul û 520 personel midaxaleyî şewatê dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 17:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE