Şewata di Midûriya Karên Avê ya Dewletê da derket, hat vemirandin

Di qatê sêyemîn ya avahiyê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ya li Çankayaya navçeya Enqereyê ye da serê sibê ji ber sedemeke hê nediyar e şewat derket.

Li ser îxbarê gelek tîmên agirkûj çûn cihê bûyerê û şewat di nav demeke kurt da hat vemirandin. Di avahiyê da xebatên sarkirinê dewam dikin.

Ji tîma agirkûjê kesek li xortuma avê qelibî û erdê ket, birîndar bû. Li wir ew hat dermankirin.

Xebatkarên midûriyetê ji cihê şewatê hatin dûrxistin.

Hat ragihandin qatê sêyemîn ya avahiyê wek qatê meqamê tê bikaranîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE