"Şewata li Adanayê di daristanê da derket hat kontrolkirin"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemirlî: "Şewata li Adanayê di daristanê da derket hat kontrolkirin"

"Şewata li Adanayê di daristanê da derket hat kontrolkirin"

 Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir şewata ku duh li Kozana navçeya Adanayê di daristanê da derket hatiye kontrolkirin.

Pakdemirlî piştî lêkolînên li qada şewatê tevî Suleyman Elbanê Waliyê Adanayê , Alîkara Serokê Giştî ya AK Partiyê Julîde Sarieroglu û rayedarên din di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî der barê şewata li Taxa Kuyubeliyê derket da destnîşan kir şewata ku duh li Kozana navçeya Adanayê di daristanê da derket hatiye kontrolkirin.

Pakdemirlî ji bona şewata daristanê ya li Adanayê da diyar kir dibe ku şewat bi qestî hatibe derxistin û got lêpirsîna der barê wê da bi berfirehî didome.

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî destnîşan kir di temirandina şewatan da gelek teknîkan bi kar tînin û wiha axivî: "Ya herî girîng jî şewata dijber e. Ji ber ku şewateke mezin bû li herêma Eskîmantaşê jî bi şewata dijber me rê li ber girt ku şewat ber bi ciyên sivîlan va belav nebe."

Bekir Pakdemirlî diyar kir ji bona şewata daristanê ya li Kozanê dê xebatên temirandinê bidomin û wiha got: "Piştî temirandinê helbet karê teşkîlata daristanê naqede. Li wir wê xebatên paqijkirinê bên kirin û di payîzê da jî demildest li herêmê em ê dest bi danîna daran bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE