Di bodroma otêleke li Beyoxliya Stenbolê da şewat derket, ekîbên agirkujiyê midaxeleyî şewatê dikin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di bodroma otêleke li Kolana Refîk Saydam a li Taxa Ewliya Çelebî da ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi saunayê ket
Xebatkarên otêlê haya ekîban pê xistin li ser vê ekîbên agirkiujî, polês û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Kesên di otêlê da ji avahiyê hatin derxistin û midaxeleya ekîbên agirkujiyê hê dewam dike.
Wekî mayîn xebatkarekî otêlê xwest ku alîkariyê bide ekîbên agirkujiyê li ser vê dûyê agir jê girt û rakirin nexweşxaneyê.AA