Li Gercuşa navçeya Batmanê agirê ku bi daristanê ket, hat temirandin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li daristana nêzî gundê Yenîceyê ji ber sedema ku hê nayêzanîn şewat derket.
Şewat ji ber bagerê ber bi bajeroka Kayapanirê va belav bû. Li ser şewatê ji Gercuş, Midyat û Kayapinarê gelek tîmên îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.
Tîmên îtfaiyeyê midaxeleyî şewatê kir û piştî demekê din şewat hat temirandin.
Di encama şewatê de ji daristanê nêzî 130 hektar cihî zirar dît.