Şewata li Girava Marmarayê

Li Marmaraya navçeya Balikesirê şewata duh piştî nîvro derketibû bi şev hildan bin kontrolê, zirara şewatê ber destê sibê hat dîtin

Şewata li Girava Marmarayê

Li Marmaraya navçeya Balikesirê şewata duh piştî nîvro derketibû bi şev hildan bin kontrolê, zirara şewatê ber destê sibê hat dîtin.

Li Mestanaxaya herêma Girava Marmarayê kêmzêde li 80 hektar erdî şewat çêbû. Piştî şewatê xebatên sarkirina agir dewam dikin.

Ekîba ji 110 kesî pêk tê li herêmê bi 50 wesayîtên temirandinê va bi qasî 10 saetî xebitîn û şewat hildan kontrola xwe. Xebatên ji bo tesbîtkirina sedema şewatê û zirara çêbû hê dewam dikin.

Bi dest pêka rojê zirara ku li herêmê ket derkete holê. Hat dîtin ku 30 kes ji ber dûyê şewatê bi jehrî ketine û rakirine nexweşxaneyan, 10 heywan mirar bûne û li hin ciyan wesayît şewitîne.

Nurgul Erçîna ji gelê giravê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku rojeke dijwar derbas kirin.

Erçînê destnîşan kir ku şewatê li herêmeke piçûk dest pê kir û got, "Me wetrê ew ê mezin nebe lêbelê ba rabibû û şewat bi carekî mezin bû."

Erçînê got agir gihîşte baxçeyên wan ê zeytûnan û ji ber şewayê mirîş û dîkên wan hişk bûn.

Rifat Erçînê mêrê Nurgul Erçînê jî got ku 40 sal e li giravê dijîn.

Erçîn got ji ber şewatê gelekî li ber xwe ketin û wiha pê da çû: "Me darên çamê bi xwendekaran ra daçikandibûn, xeyalên me hebûn. Şewat bi carekî mezin bûn û dû li nav bajêr belav bû. Gel tirsiya. Xwedê caekî dîsa neyne serê me, keda me bû xwelî."

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE