Şewata li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê hat kontrolkirin

Bi telîmata Walî Mehmet Ali Ozkan digel ekîbên Midûriyeta Kargeriya Daristanê, AFAD, UMKE, Heyva Sor, Îtfaiye û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, gelek welatiyên xwebexş jî di xebatên temirandinê da beşdar bûn.

Şewata li Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê hat kontrolkirin

Li Ovacixa navçeya Tunceliyê şewata li Parqa Neteweyî ya Geliyê Muzurê bi midaxeleya ji erd û asîman va hat kontrolkirin.

Ji bo temirandina şewata ku sê roj berê li Newala Firtina Velî ya li parqa neteweyî dest pê kir, di kordîneya Walîtiyê da xebat dan destpêkirin.

Bi telîmata Walî Mehmet Ali Ozkan digel ekîbên Midûriyeta Kargeriya Daristanê, AFAD, UMKE, Heyva Sor, Îtfaiye û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, gelek welatiyên xwebexş jî di xebatên temirandinê da beşdar bûn.

Di xebatan da 2 helîkopter, 2 arazoz, 4 wesayîtên midaxeleya ewil, 5 makîneyên şixul hatin emilandin.

Her wisa di xebatên temirandinê da bi qasî 350 kesî peywir pêk anî û ji ber ku herêma şewatê ciyekî çiyayî û asê bû, ekîban di midaxeleyê da pir zehmetî kişandin.

Li herêmê 2 helîkopterên ku di xebatan da beşdar bûn, ji Gola Bendava Uzunçayirê av hildan û bi yekê va jî temirandina şewatê bileztir pêk hat.

Ekîbên ku bi zehmetî agir temirandin, xebatên cemidandinê didomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE