Şewatên daristanan ên li 9 bajaran hatin vemirandin

Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyand şewatên duh li Edene, Bursa, Amasya, Kahramanmaraş, Antalya, Zonguldak, Kastamonu, Mersîn û Muglayê derketin tevahî hatin vemirandin

Şewatên daristanan ên li 9 bajaran hatin vemirandin

Wezareta Çandinî û Daristanê daxuyand şewatên duh li 9 bajaran derketin ji hêla tîmên Agirvemirandinê ya Midûriya Giştî ya Daristanê va di nav 12 deqîqeyên ewil da hatin vemirandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin şewatên duh li Edene, Bursa, Amasya, Kahramanmaraş, Antalya, Zonguldak, Kastamonu, Mersîn û Muglayê derketin tevahî hatin vemirandin.

Hat gotin li cihên ku şewat lê derketin xebatên sarkirinê dewam dikin, ji ber ba, şert û mercên demsalê li van deran tîm 7/24 der û dorê raçav dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE