Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand şewba vîrusa koronayê ya nû kêm bû û roja ku ewê ji holê rabe pir nêzîk e.
Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha daxuyand: "Îro hejmara miriyên me 53 ye. Em ji gelek rojên teng gihîştin îro. Hejmara pêketiyên me 5 hezar û 12 ye. Me careke din dît ku serkeftinê yên li ser rê bibiryar dimeşîn bi dest dixin. Şewb gelek kêm bû, roja ku ewê ji holê rabe pir nêzîk e."AA